Rayedarê Amerîkî rexne li Iraqê girt û got: Milîsên Îranê hîn jî gefeke mezin in
PeyamaKurd – Rayedarekî Amerîkî ragihand ku komên milîşeyên Îranî yên li Iraqê hîn jî ji bo hêzên Amerîkî gefeke mezin in.
Cîgirê Berpirsê Karûbarên Rojhilata Nêzik di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, David Schenker got, milîsên Îranî hîn jî ji bo hêzên Amerîkî yên li Iraqê gefeke mezin in rexne li hikûmeta Bexdayê girt ku êrîşên wan hêzên îranî hêvîşkestinek bi xwe re aniye.
Schenker got, “Heger rayedarên Iraqî qîmetê didin pêwendiyên ligel Hevpeymaniya Navdewletî, divê hin gavên diyar bavêjin. Parastina hêzên Hevpeymaniyê yên li Iraqê di berpirsiyariya rêveberiya Iraqê de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin