Rêber Ahmed bi Michael Ecker re civiya: Divê parastina herêmê xurttir bibe

22 January 2024 00:00 0 dîtin
Rêber Ahmed bi Michael Ecker re civiya: Divê parastina herêmê xurttir bibe

PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed û Fermandarê Şêwirmendiya Serbazî ya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyi ya Dijî DAIŞê Michael Ecker, civînek pêk anîn.

Wezîr Rêber Ehmed li ser rûpela xwe ya fermî ya medyaya civakî X'ê hevdîtinê ragihand.

Hate ragihandin ku di civînê de ewlehiya Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhelata Navîn, pêwîstiya piştgirîdayîna hevpeymaniyê ya ji bo hêzen Pêşmerge û têkbirina rêxistina terorê ya DAIŞê hatiye gotûbêjkirin.

Wezîrê Navxweyî da zanîn ku di hevdîtinê de wî ji Fermandarê hevpeymaniyê Michael Ecker re teqeziya li dijî êrîş û gefên dijminane yên metirsîdar, zêdetir bihêzkirina parastina Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye.

Rêber Ahmed her wiha ragihand ku di hevdîtinê de, ji bo piştgirîdayîna hevpeymaniyê ya perwerdekirina hêzên Pêşmerge ku li dijî DAIŞê tekoşînê berztir bike wî spasiya xwe pêşkêşî Fremandarê hevpeymaniyê Michael Ecker kiriye.

Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed, di peyama ragihandinê ya rûpela xwe de her wiha van agahiyan jî parve kir:

"Di Tebaxa 2014an de, bi serperiştiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê hate ragehandin û di Îlona wê salêde, di civîna yekem de hevpeymanî bi beşdarbûna 62 welatan hate avakirin. Hemû welatên beşdarê hevpeymaniyê, bi şandina frokeyên şer û çek û di serî de bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên herêmî re, li dijî rêxistina terorî DAIŞê tekoşîn dane destpêkirin."