Rêber Ehmed besdarî Lûtkeya Cîhanî ya Penaberan bû

13 December 2023 20:25 0 dîtin
Rêber Ehmed besdarî Lûtkeya Cîhanî ya Penaberan bû

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ligel şandeke iraqî, beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Penaberan a li Swîsreyê hate lidarxistin bû.

Lûtkeya Cîhanî ya Penaberan îro 13ê Kanûnê li paytexta Swîsre Cenevê dest pê kir û heta 15ê mehê dewam dike.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê li ser tora medya civakî “X” ragihand: “Ez kêfxweş im ku bi serokatiya şandeke Iraqî beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Penaberan li Cenevê bûme.”

Rêber Ehmed got: “Em pabend in bi pêşxistina hevahengiyê ligel civaka navdewletî, parvekirina nêrînan û pêşxistina çareseriyan ji bo pirsgirêkên taybet bi krîza cîhanî ya penaberan, bi taybetî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Lûtkeya Penaberan a 2023yan ji aliyê 5 welatan ve bi hev re, tê lidarxistin: Kolombiya, Fransa, Japonya, Urdin û Uganda û mêvandariya wê ji aliyê hikûmeta Swîsre û UNHCR ve tê kirin.