Rêberê Ukraynayê: Rûsya dev ji herêma Donetskê bernade!

30 December 2022 12:29 0 dîtin
Rêberê Ukraynayê: Rûsya dev ji herêma Donetskê bernade!

PeyamaKurd Rêberê Ukraynayê bal kişand ser wê yekê ku xala herî giran a şerê li dijî Rûsyayê li welatê wî, eniya Donetskê ye û got, "Dijmin dev ji fikra dîn a girtina herêma Donetskê bernedaye."

Serokdewletê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya vîdyoyê ya bi şev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da, dubare kir, hêzên Rûsyayê roja Pêncşemê dîsa bi fuzeyan û balefirên bêmirov êrîşî Ukraynayê kirin.

Zelenskiy diyar kir, piraniya mûşek û firokeyên bêfirokevan ên Rûsî ku li dijî deverên curbicur ên wî welatî hatine avêtin, ji aliyê hêzên berevaniya esmanî ya Ukraynayê ve hatine xistin û got, "54 moşek û 11 firokeyên bêfirokevan hatin jinavbirin."

Zelenskiy axaftina xwe wiha domand:

"Ji vê êvarê ve, piraniya deverên Ukraynayê rastî qutbûna elektrîkê tên. Bi her êrîşeke bi vî rengî ya moşekan re, Rûsya tenê xwe dixe nav xitimandinek kûr. Moşek kêm dibin. Û her moşek tenê nîşan dide ku divê ev hemû (êrîş) bi dadgehekê bi dawî bibin. Dê wisa be. Girantirîn (tabloya) Bahmut, Soledar, tevahiya xeta (xeta pêşîn) li herêma Donetsk. Dijmin dev ji fikra dîn a girtina herêma Donetskê bernedaye."