Rûsya: Me li herêma Dniproyê, cebilxane û balafira Ukraynayê ji nav bir

29 May 2022 22:03 0 dîtin
Rûsya: Me li herêma Dniproyê, cebilxane û balafira Ukraynayê ji nav bir

PeyamaKurd-Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku wan li herêma Dniproyê, li cebilxaneyeke mezin a Ukraynayê û li balafireke Su-25 daye. İgor Konaşenkov da zanîn ku bi dehan navendên fermangehê û qadên leşkerî yên aîdê Ukraynayê jî hatine jinavbirin.

Di daxuaniya ku ji aliyê bedevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li Ukraynayê, êrîşên Rûsyayê berdewam in. Hat ragihandin ku bi moşekên menzîlên wan bilind, li herêma Dniproyê hatiye dayîn. İgor Konaşenkov da zanîn ku di êrîşê de cebilxaneyeke mezin a leşkerî ya aîdê Ukraynayê hatiye jinavbirin û di êrîşên ku di nav rojekê de hatine kirin de 3 navendên fermangehê, 25 qadên leşkerî û 2 bataryayên topvaniyê hatine jinavbirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku yekîneyên hewayî yên Rûs 2 navendên fermangehê û 53 qadên leşkerî ji nav birine û di van êrîşan de ji 300î zêdetir hêzên nijadperest û bi qasî 50 maşînên teknîkî yên leşkerî hatine bêbandorkirin.

Konaşenkov ragihandin ku yekîneyên top û moşekan jî 62 navendên fermangehê, 596 qadên leşkerî û 52 bataryayên topvaniyê dane ber êgir. Hat ragihandin ku heta niha 183 balafir, 128 helîkopter, 1049 balafirên bêmirov, 325 pergalên parastina hewayî, 3 hezar û 309 tanq û maşînên zirxî, 447 roketavêj, 1722 obus û topên hawanê û 3 hezar û 270 maşînên taybet ên leşkerî hatine jinavbirin.