Recep Tayip Erdogan bi nexwesîna Kovid-19 ê ket
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku bi hevjîna xwe Emine Erdoğan re, testa xwe ya Kovid-19 ê çêkirine û encama testên wan posîtîv derketine.
Cûreya Kovid-19 ê ya ku Erdoğan pêketiye varyanta Omicrone. Erdoğan di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Me hîn kir ku cûreya nexweşîna me Omicrone û şukir ji Xwedê re sivik derbas dibe. Ez û hevjîna min Emine Erdoğan di karantînayê de ne. Em ê xebatên xwe li malê dewam bikin. Ji me re di’a bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin