Recep Tayip Erdogan di kongra 4em de car din bû serokê AKPê
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di kongra AKP ê ya 4em de temamê dengên delegan ku 1399 dengbûn sitend û car din bû serokê AKPê. Piştî Erdoğan hat hilbijartin di axaftina xwe de weha got:
“Serkeftina me ya krîtîk ya di hilbijartinên 14 û 28 ê Gulanê de, wê di 31 ê Adarê de dubare bibe û di rêvebiriyên cîh de em ê dewreyekî nûh bidin destpêkirin.”
Serokê dîwana kongrê Ali İhsan Yavuz jî ragihand ku li gor encamên hilbijartinê 1402 deng bikaranîne, 3 dengan betal kirine û 1399 dengi, dengên rewane ku Erdoğan sitendiye û bûye serokê AKPê.
AKP ji Rêvebiriya Navendî ya Biryar û îdarê jî bi heman dengan hatine hilbijartin ku ji 75 endaman pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin