Tayip Erdogan bi serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski re hevdîtinekî kir

11 July 2024 21:04 0 dîtin
Tayip Erdogan bi serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski re hevdîtinekî kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji bo tevlî zîrwa NATOyê bibe li Washington DC yê ye û îro bi serokê Ûkrayna Vladimir Zelenski re hevdîtinekî kir.

Di hevdîtinê de her dû lîder li ser seyra şerê navbera Ûkrayna-Rûsya, li ser mijarê herêmê û kureyî axifîn. Erdoğan ragihand ji bo şerê navbera wan biqede û aştiyekî adilane bibe, xebatên xwe dewam dike.

Erdoğan ragihand ku her weha li ser ‘korîdora dexlê’ ji bo car din bixebite, dest bi xebatan kirine. Erdoğan got ku ew amede ye ji bo bingehekî ji aştiya navbera Rûsya û Ûkraynayê re bike û dikare navbeynkariyê bike.