Rejîma Esed û Rûsya bi balafiran êrîs dikin ser Idlibê: 16 mirî

30 May 2019 00:33 0 dîtin
Rejîma Esed û Rûsya bi balafiran êrîs dikin ser Idlibê: 16 mirî

PeyamaKurd- Êrîşên rejîma Esed û Rûsyayê bi balafirên xwe ve, li ser Idlibê û der û dora wê dewam dikin. Di dema êrîşan de jimara kuştiyan di serî de 11 kes bûn û niha ew jimar gihaye 16 kesan. Bombardiman dewam dike û temsîlkarê taybet yê Sûriyê yê Neteweyên Hevgirtî Geir Pedersen bang li wan kir ku dawî li şer bînin.

Pedersen ragihand ku divê mijar bi awayeka siyasî helbibe û 8 sale li Sûriyê şer dewam dike lê ti çareserî heya niha nehatiye dîtin. Di nava grûban de bawerî tine ye û bo çareseriyê divê ew bên başkirin. Temsîlkar ragihand ku têkoşîna li dijê terorê mafekiye lê divê mafên mirovan jî nên binpêkirin û li gor qanûnên navdewletî tevbigerin.