Rejîma Îranê dîsa 4 girtiyan darve kir

13 May 2024 10:52 0 dîtin
Rejîma Îranê dîsa 4 girtiyan darve kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Girtîgeha Navendî ya Îsfehanê 4 welatiyên Kurd ên Lorî yên bi navê Mesûd Astekî, Cefer Hesenzade, Mecîd Rezayî û Mistefa Aqamhemmedî ku beriya niha bi tawanê kuştinê hatibûn cezakirin, hatine darvekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku îro danê sibê herî kêm 4 welatiyên bi navên Mesûd Astakî, Mecîd Rizayî û Mistefa Aqamhemedî li Girtîgeha Navendî ya Îsfehanê hatine darvekirin.

Li gorî raporta Hengawê ku spartiye jêderek agahdar, ew 4 girtiyên Kurdên Lorî Bextiyarî û Zeynebiye yên Îsfehanê, 10 sal berê bi tawanbariya kuştina hevjînê Mesûd Astekî hatibûn girtin û ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûn mehkûmkirin.

Her çar hemwelatî roja Duşemê ligel tawanbarekî din ê bi navê Mahmûd Ataeyî Nîkoûyî Abadî ji bo hucreya yekkesî hatibûn veguhestin.