Rejîma Îranê li Kirmasahê 7 kurd girtine û ne diyar e bê wan li ku girtî dihêle

20 December 2024 14:07 0 dîtin
Rejîma Îranê li Kirmasahê 7 kurd girtine û ne diyar e bê wan li ku girtî dihêle

PeyamaKurd – Herî kêm 7, kurdên xelkê Serpêlî Zehawa Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê, ji wan zarokê bi navên Xalid Kamerî, Hemn Palanî, Omîd Salihî, Eymen Safaî, Îrfan Moradî, Peyam Rencber û Komar Salihî di nav de ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatine girtin û heta niha ne diyar e bê ka li ku ne.

Li gorî rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, herî kêm 7 kurdên bi navên Omîd Salihî (17), Eymen Safawî (21), Komar Salihî (23) û Hêmin Palanî, Kamarî (27) û Peyam (27) 6 roj in li bajarê Serpêlî Zehawa Kirmanşaha girtî ne, çarenûsa wan ne diyar e û hewldanên malbatên wan jî bê encam man.

Li gorî ku jêderekî ji Hengawê re gotiye, ev 7 kurdistanî, roja yekşema 15.12.2024an di encama serdegirtina hemwext a hêzên îstixbarata Rejîma Îranê bi ser malên wan de hatine girtin.

Hengaw dide zanîn ku ev kesên girtî bo girtîgeha asayîşa Kirmaşanê hatine veguhestin, lê nehatiye zanîn bê bi çi hatine sîdarkirin.