Rejîma Îranê li Nexedeyê 3 û di 15 rojên vê mehê de 29 kurd girtine

17 January 2025 12:33 0 dîtin
Rejîma Îranê li Nexedeyê 3 û di 15 rojên vê mehê de 29 kurd girtine

PeyamaKurd – 3 kurdên ji bajarê Nexedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, yên bi navê Mihemed Tahir Elyasî, Mesûd Mihemedpûr û Eyûb Armend ji aliyê hêzên ewlekariyê yên îdareya îstixbaratê ve hatine girtin.

Li gorî raporeke ku gihîştiye ber destê Hengawê, Mihemed Tahir Elyasî û Eyûb Armend (35) ji bajarê Nexdeyê hatine girtin.

Roja çarşemê (15.01.2025) , Mesûd Mihemedpûr (25) dema ku li cadeyeke bajarê Nexdeyê bû, hêzên îstixbarata rejîmê ew bi êşkenceyê girtine.

Hengaw derbarê van her 3 kurdan de dibêje ku her 3 jî zewicî ne û piştî ku hatine girtin nayê zanîn bê ka li ku tên ragirtin. Her weha nayê zanîn bê hêzên îstixbaratê yên rejîma Îranê ew bi çi tohmetê girtine. 

Di 15 rojên ewil ên sala nû de rejîma Îranê 94 kes girtine ku 29 ji wan kurd in 

Di raporeke xwe ya din de Hengaw, li gorî li ber destên xwe ragihîne ku di 15 rojên ewil ên meha yekem a sala 2025an de, rejîma Îranê bi tevahî 94 kes girtine. 

Ji van kesan; 29 kurd, 38 ereb û 22 kes jî belûc in.