Rejima Îranê cezayê zindanê da 3 çalakvanên Kurd

14 February 2024 16:47 0 dîtin
Rejima Îranê cezayê zindanê da 3 çalakvanên Kurd

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Seqiz ê Rojhelatê Kurdistanê, çalakvanên Kurd Hîwa Cîhanî, Hîwa Tatayî û Omêd Muqedes, ku ji ber sedema beşdarî çalakiyên salgevera kuştina Jîna Emînî bûne hatibûn desteserkirin, cezayê zindanê standine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku 3 welatiyên Kurd ên ji bajarê Seqizê, ji aliyê Şaxa Yekemin a Dadgeha Şoreşê ya Seqizê ya rejîma Îranê ve bi cezayê hepsê hatine mehkûmkirin.

Hengawê da zanîn ku Hîwa Tatayî 3 sal û 6 meh zîndan û 2 sal jî qedexeya derketina derve, Hîwa Cîhanî û Omêd Muqedes jî 2 sal cezayê girtîgehê standine.

Di daxuyaniya Hengawê de hate diyarkirin ku 2 sal cezayê girtîgehê yê Omêd Muqedes û Hîwa Cîhanî bi 35 milyon Riyalên Îranê hatiye betalkirin.