Seqiz | Rejima Îranê 10 meh cezayê girtîgehê li govendgerekî kurd birî
PeyamaKurd – Ebdullah Şerîfzade kurdê ji bajarê Seqizê endamê Koma Çiyayê Helo ya govendgerên li bajarê Seqizê, ji bo derbaskirina hukmê girtîgehê yê deh mehan, hatiye girtin û bo girtîgeha navendî ya Seqizê hatiye veguhestin.
Li gorî raporeke ku gihaye Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, Ebdullah Şerîfzade yê 30 salî û xelkê bajarê Seqizê, piştî gazîkirina bo dadgeha tawanan a şoreşa rejîma Îranê, bi hukmê 10 meh zindanê hatiye mehkûmkirin.
Ebdulla Şerîfzade meha nîsana îsal ji aliyê hola yekem a dadgeha şoreşê ya Seqizê, bi tawana “propagandaya li dijî hikûmetê ya bo berjewendiya Hizba Demokrat a Îranê”, bi rêya “çalakiyên torên civakî” hatiye mehkûmkirin ku 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Heman rapora Hengawê radigihîne ku daxwaza rawestandina vî hikumî ji aliyê dadgeha şoreşa Sinê ve hatiye redkirin û piştî cezakirinê çend caran hêzên ewlehiy bi ser mal û cihê karê wî govendgerê kurd de girtiye.
Ebdullah Şerîfzade zivistana sala 2022yan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û piştî rojekê ya binçavkirinê heta qonaxên dawî yên dadgehkirinê, bi awayekî demkî hatiye berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin