Rejîma Îranê di belgeya pistî îdamkirina Heyder Qurbanî de sedema mirinê ‘nayê zanîn’ tomar kir

10 January 2022 16:44 0 dîtin
Rejîma Îranê di belgeya pistî îdamkirina Heyder Qurbanî de sedema mirinê ‘nayê zanîn’ tomar kir

PeyamaKurd - Hikûmeta rejîma Îranê di belgeya mirina girtiyê Kurd ê îdamkirî Heyder Qurbanî de sedema mirina wî wekî “nayê zanîn” tomar kir.

Hikûmeta rejîma Îranê piştî ku girtiyê siyasî yê kurd Heyder Qurbanî bi rengekî veşartî îdam kir, vê carê jî karekî din ê sosret kir.

Rêveberiya nasnameya bajarê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê, di belgeya mirina Heyder Qurbanî sedema mirina wî “nayê zanîn” tomar kiriye.

Tê gotin ku hikûmeta Îranê ji bo ku saziyên navdewletî yên mafên mirov nekaribin dûçûnê li ser dosyeya îdama Heyder Qurbanî bikin, ev kar kiriye.

Girtiyê kurd Heyder Qurbanî, sala 2016 bi tohmeta kuştina çend pasdaran û endamtiya PDKÎ hatibû girtin, bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Heyder Qurbanî, dema dosyeya wî li dadgehê bû, roja 19ê Kanûna sala 2021ê bi awayekî veşartî li nav girtîgeha Sine hat bidarvekirin.

Bidarvekirina Heyder Qurbanî rastî nerazîbûneke tund ya kurdan û saziyên navdewletî hatibû.