Rejîma Îranê sala 2020an 56 Kurd îdam kirin û 61 kolber kustin

23 March 2021 19:37 0 dîtin
Rejîma Îranê sala 2020an 56 Kurd îdam kirin û 61 kolber kustin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê di rapora xwe ya sala 2020an de ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav salekê de 56 Kurd hatine îdamkirin û zêdetirî 500 çalakvanên Kurd jî hatine binçavkirin ku ji wan 149 kes rastî cezayê qemçîlêdanê hatine.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku di nav salekê de, 67 kolber û 16 sivîlan can daye û 22 mehkûman jî di girtîgehan da jiyana xwe ji dest daye.

Hengawê daye xuyakirin, di navbera 21 Adar 2020-21 Adar 2021an de, 67 kolberan can daye, 171 kolber birîndar bûne ku 61 ji kolberên kuştî bi destê hêzên Îranê hatine kuştin.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku di êrîşên hêzên Tirkiyê de jî 6 kolber hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Di raporê de hatiye ragihandin ku di sala 2020an de 3 kolberên temenê wan bin 18 saliyê can dane û sîsiyên din jî birîndar bûne.