Rengê lasê doktorên Çînî pistî pêketina vîrusê res bû
PeyamaKurd – Du doktorên Çînî ku li Wuhanê bi vîrusa koronayê ketibûn, rengê laşê wan ji ber ziyana vîrusê ya gihîştiye pişika wan reş bû.
Televizyona dewletê ya Çînê CCTV ragihandiye ku bijîşkên bi navên Yi Fan û Hu Weifeng, 18ê Çileya 2019an li Wuhanê ji nexweşên xwe bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine û piştî tedawiya wan rewşa tenduristiya wan baş bûye.
Li gorî nûçeyê, piştî ku ew herdu doktor ji vîrusê rizgar bûne, rengê laşê wan guherî ye û ber bi reşbûnê ve çûye.
Doktor texmîn dikin ku ji ber dermanên hatine bikaranîn di pişik û kezeba wan de xisar çêbûne, û loma jî rengê laşê wan hatiye guhertin.
Heman doktorên Çînî hêvî dikin piştî demekê fonksiyonên kezeba wan ji bandora dermanê hatiye bikaranîn rizgar bibin û rengê laşê wan jî vegere wekî berê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin