Reuters: Amerîkayê roja Yeksemê ji Kabûlê 10,400 kes derxist

24 August 2021 11:31 0 dîtin
Reuters: Amerîkayê roja Yeksemê ji Kabûlê 10,400 kes derxist

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir, artêşa Amerîkayê roja Yekşemê ji Kabûlê bi balafiran 10,400 kes derxistine.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestekî Qesra Spî ragihand û li gor agahîyên wî karbidestî, 61 balafirên kaolîsyonê jî ji bo derxistina 5,900 kesan alîkarî kirine.

Wî karbidestî destnîşan kiriye, Amerîka ji 14ê Tebaxê vir ve ji Afganistan ya di bin kontrola Talîbanê de 37,000 kes derxistine yan jî alîkariya derketina wan kiriye.