Reuters: Bi kêmanî 1500 kes di xwepêsandanên Îranê de hatine kustin!
PeyamaKurd - Tê gotin ku di xwepêşandan û aloziyên vê dawiyê de li Îranê “bi kêmanî hexar û pêncsed kes” hatine kuştin.
Ajansa Reutersê ragihandiye, li gorî amarên ku ji sê çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Îranê hatine wergirtin, di xwepêşandan û aloziyên vê dawiyê yên Îranê de, ku ji ber giranbûna nirxa benzînê çêbibûn, bi kêmanî hezar û pêncsed kes hatine kuştin.
Reutersê daye zanîn, rojekî piştî destpêkirina xwepêşandanan rêberê Îranê Elî Xaminêyî ferman daye hêzên ewlehiyê û ji wan re gotiye: “Bo aramiya xwepêşandanan çi lazim be, bikin!”
Ev amar di demekî de ye ku Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) beriya niha ragihandibû, di xwepêşandan û aloziyên Îranê de herî kêm 304 kes hatine kuştin.
Ji aliyekî din, berdevkê Encumena Asayişa Niştimanî ya Îranê, Elî Riza Zerîfiyan Yegane bertek nîşanî wê raporta Reutersê daye û ragihandiye, ew nûçe û raport derew in û raportên wisa ziyanê digehînin pêgeha wê ajansê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin