Reuters: 1500 xwepêsanderên Îranê hatine kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di xwepêşandanên protestoyî yên seranserê Îranê de ku meha borî dest pê kiribûn heta niha hezar û 500 xwepêşander hatine kuştin.
Li gorî ragihandina ajansa Reutersê li ser zimanê berpirsên hikumî yên Îranê, heta niha nêzî 1500 kes di xwepêşandanên vê dawiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku di nava qurbaniyan de 17 zarok û 400 jin jî hene.
Li gorî heman çavkaniyê, rêberê bilind ê Îranê Elî Xamenyî banga bidawîkirina van xwepêşandanan bi her awayî kiribû, ev jî hişt tundî li hember xwepêşanderan were bikaranîn.
Xwepêşandanên Îranê yên îsal, ne mîna yên salên borî bûn ku tenê ji bo rewşa aborî gel radibû ser piyan.
Di xwepêşandanên vê carê de, banga hilweşandina rejîma Îranê jî dihat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin