Reuters: Mistesarê MÎTê bi Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê re gelek hevdîtin pêk aniye

16 September 2022 12:33 0 dîtin
Reuters: Mistesarê MÎTê bi Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê re  gelek hevdîtin pêk aniye

PeyamaKurd – Reutersê îdia kir ku Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan li Şamê bi Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Alî Memluk re gelek hevdîtin pêk aniye. 

Misteşarê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan di 11ê Îlonê de li Bexdayê di serî de Hamîs Hançer, Mûstafa el-Kazimî û Berhem Salih, bi gelek rayedarên Iraqê re hevdîtinên veşartî kirin. Li gor Reutersê jî Fîdan vê carê bi Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Alî Memluk re hevdîtin kiriye. Li gorî nûçeya Reutersê; agahiya hevdîtinê ji du rayedarên Tirk û çavkaniyeke girêdayî Şamê hatiye wergirtin û hat eşkerekirin ku hevdîtin bi navbeynkariya Rûsyayê hatiye kirin. 

Herwiha li gorî agahiyên rayedarekê Tirk ê payebilind; di dema hevdîtinan de Serokê MÎTê Fîdan û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Memluk, hatina cem hev wezîrên karên derve ya her du welatan nîqaş kirine. Rayedarê Tirk da zanîn; “Rûsya dixwaze ku Sûriye û Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser bikin û hem Sûriye û hem jî Tirkiye peymanên ku bi kêrî berjewendiyên her kesî tên mohr bikin.” 

Di berdewamiyê de hat eşkerekirin ku Rûsya ji ber şerê li Ûkraynayê hinek çavkaniyên xwe yên leşkerî li pey hev ji Sûriyeyê vedikişîne û ji bo “bilezkirina çareseriya li Sûriyeyê” ji Tirkiyeyê dixwaze ku têkiliyên xwe yên bi Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad re baştir bike.