AA: MÎTê serokê PKKê yê Silêmaniyê bêbandor kir

06 March 2024 12:06 0 dîtin
AA: MÎTê serokê PKKê yê Silêmaniyê bêbandor kir
PeyamaKurd – Ajansa Anadoluyê diyar kir ku peyamnêr û parêzvanê Hevserokê Konseya Rêveber a PKKê Cemîl Bayik û Endamê Meclîsa Rêveber Dûran Kalkan Husnu Kumek jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeyê, MÎTê bi ajanên xwe yên qadê li Silêmaniyê cihê veşartina Kumek teşhîs kir. Piştî îstixbaratên ku hatin bidestxistin, ji bo bêbandorkirina terorîstan xebatek berfireh hat destpêkirin. Di encama şert û mercên guncav de endamê KCK-NLP Husnu Kumek di operasyona noqteyê ya ji aliyê MÎTê ve li Silêmaniyê hat lidarxistin de hate bêbandorkirin.

Husnu Kumek ji ber sûcê "Endamê Rêxistina Terorê ya Çekdar" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat lêgerîn.