Reuters: Rûsya di serê Ukrayna de bala xwe bêtir dide ser rojhilatê Ukraynayê
PeyamaKurd – Reutersê ragihand, Rûsya di şerê Ukrayna de bala xwe bêtir dide ser rojhilatê Ukraynayê.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsya û rayedarekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihandiye, qonaxa yekem a operasyonê li ber bidawîbûnê ye û daye zanîn ku ew ê êdî bala xwe bidin ser herêma Donbass ya li rojhilatê Ukraynayê.
Herwiha Rayedarekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê jî da zanîn, armanca sereke ya Rûsya ji Kîev ya paytexta Ukrayna zêdetir, herêma Donbass ya li rojhilata welêt e.
Rayedarekî eşkere kir, dibe ku Rûsya dixwaze pêwendiya hêzên Ukrayna yên li rojhilat bi Kîevê re qut bike û di danûstandinan de avantajekê bi dest xwe xîne.
Di berdewamiyê de wî rayedarî destnîşan kir, hêzên Rûsya li herêma Donbass hîn zêdetir bi awayekî êrîşkar tevdigerin.
Rayedarê Amerîkî diyar kir, hêzên Rûsya li hêla Kîevê nikarin pêş de herin û derbazî pozîsyona berevaniyê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin