Reutersê sedema zêdebûna êrîsên Îsraîlê yên ser Sûriyê eskere kir
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê li ser zêdebûna zêdebûna êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê li ser erda Sûriyê raporek belav kir û tê de eşkere kir, mebesta Îsraîlê astengkirina şandina çek û teqemeniyên komên girêdayî Îranê bo Sûriyê ye.
Li gorî nûçeyê çek û teqemiyên Îranê yên ji hêzên rejîma Îranê yên li Sûriyê re têne şandin bi rêya balafirgehên Sûriye û Lubnanê têne veguhestin û ji ber wê jî artêşa Îsraîl bi bombebarankirina balafirxaneyên Sûriyê dixwaze rê li ber şandina çek û teqemeniyên Îranê bigre.
Herwiha hatiye diyarkirin, rejîma Îranê di vê dawiyê de ji bo veguhastina çek û teqemeniyan êdî rêyên bejahî bi kar nayîne û sûdê ji rêyên asmanî distîne. Ji ber vê jî Îsraîlê êrîşên asmanî li ser balafirxayeyên Sûriyê zêdetir û dijwartir kirine û depoyên çekan ên li balafirgehan dike armanc.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di êrîşên demên dawî yên Îsraîlê de, balafirxaneyên Heleb û Şamê xisar dîtine ku neçar dimînin seferên xwe rawestînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin