Rêveberê Artêsa Azad pistgirî da plana Tirkiyê: Em ji hêla leskerî ve amade ne
PeyamaKurd - Yek ji rêveberên Artêşa Sûriya Azad Mustafa Sicrî ku piştevaniya Tirkiyê dikin, da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin plana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle li Sûriyê û ji hêla leşkerî ve amade ne.
Sicri ji bo vekişîna ji Efrînê gotiye, "Li ser vekişîna ji Efrînê tiştek nehatiye axaftin. Em ji kesî fermanê nastînin. Tirkiye hevpeymana me ya bihêz e. Em li ser berjewendiyên hevbeş kar dikin. Artêşa Azad ji bo Efrînê windahî dane."
Rêveberê ASAyê herwiha ji bo plana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle jî diyar kiriye, ew amade ne ligel Tirkiyê beşdarî operasyonên berfireh bibin û ew plana Amerîkayê ya li gorî berjewendiyên PKKê red dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin