Rêveberê Perwerdê yê Karayaziyê: Mamosteyên sivikatî bi zimanê Kurdî kiribûn ji kar hatin dûrxistin

05 May 2022 10:04 0 dîtin
Rêveberê Perwerdê yê Karayaziyê: Mamosteyên sivikatî bi zimanê Kurdî kiribûn ji kar hatin dûrxistin

PeyamaKurd – Rêveberê Perwerdê yê navçeya Karayaziyê Muhlîs Çiçek diyar kir, mamosteyên sivikatî bi zimanê Kurdî kiribûn, ji kar hatin dûrxistin.

Li Erzeromê mamosteyên jin ên bi navê B.G.E, N.U, H. û Berfu Kati yên li Dibistana Seretayî ya Karşiyaka ya navçeya Gogsî dixebitin, 3ê Gulana 2022ê li ber tabelaya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî di ketina wê navçeyê de wêneyekî xwe girtibûn û yek ji wan mamosteyan, ew wêne li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir ku tenê beşa Tirkî yê tabelayê xuya dikir û bi îşareteke destî sivikatî bi zimanê Kurdî kiribû ku di beşa din a tabelayê de, bi Kurdî  hatibû nivîsîn.  

Piştî wî wêneyî, mamosteyê li ser parvekirina xwe nivîsîbû: “Li aliyê din ê tabelayê hûn bi xêr hatin hatiye nivîsandin, lê tevgera me ji bo wê zelal e” û bi vî awayî sivikatî li zimanê Kurdî kiribû.

Herwiha Kurdan bertekeke mezin nîşan dan û Qeymeqamtiya Navçeyê û Rêveberiya Perwerdeya Navçeyê derbarê mamosteyan de lêpirsîna edlî û îdarî dabû destpêkirin.

Rêveberê Perwerdê yê navçeya  Karayaziyê Muhlîs Çiçek do bi daxuyaniyekê eşkerekir ku ew mamoste ji kar dûr xistine.

Rêveberê Perwerdê yê Gogsî got: “Ji ber parvekirina wêneyê wan ê di ketina navçeyê de ku li ser hesabê xwe yê medya civakî belavkiribûn,derbarê wan mamosteyan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Heta ku ew lêpirsîn bi encam bibe, ew ji kar hatin dûrxistin.”