Mamosteyên Kurdî banga tayînê û zimanê perwerdê kirin

24 July 2020 17:50 0 dîtin
Mamosteyên Kurdî banga tayînê û zimanê perwerdê kirin

PeyamaKurd – Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî bang kirin ku li Bakurê Kurdistanê kontenjana tayînkirina mamosteyên kurdî were zêdekirin û li dibistanan jî kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. 

 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî li ser mijara tayînkirina mamosteyên kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand ku tê de got: “Di roja 26.01.2011an de Desteya Xwendina Bilind (YOK) vebûna beşên ziman û edebîyata Kurdî pesend kir. Bi biryara YOKê re li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, Zanîngeha Muş Alparslanê û Zanîngeha Bîngolê beşên ziman û edebîyata Kurdî vebûn. Li gel vana dîsa li Zanîngeha Çewligê û li Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê beşên ziman û edebîyata Zazakî hatin vekirin. Heta niha bi sedan xwendekar ji van beşan derçûn û dîplomayên lîsansê wergirtin. Hîn jî her sal zêdeyî 100 kesî ji van beşan der diçin.”

Mamosteyên Kurdî di berdewamê de diyar kirin, “Mixabin wezareta perwerdeyê salê 2-3 kesan ji van mamosteyan wezîfedar dike. Lİ gel ewqas mezûn û xwendekarên Kurd yên li dibistanên seretayî û navendî, em vê hejmarê kêm dibînin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de hem mamoste hem jî xwendekar bigîhêjin mafê xwe yê rewa.” 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku banga me li xwedî û berpirsên kolej û kreşên li bajarên bi piranî Kurd lê dijîn e ku di mufredatên wan de dersên Îngilîzî, Erebî, Fransî û hwd. hene lê Kurdî tune ye. Daxwaza me ev e ku Kurdî jî têxin nav perwerdehiya xwe ya pirzimanî.

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hat kirin: “Em daxwazê ji hemû nûnerên siyasî, çand ziman û kultura Kurdî, saziyên sivîl û berpirsên komeleyan û rewşenbîrên Kurd dikin ku ji her demê bêtir îro xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”