Rêveberiya Rojava 2 zarokên DAISê radestî Fînlandiyayê kir
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) 2 zarokên DAIŞîyan radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Her du zarokên ku hatine radestkirin temenê wan li bin 7 saliyê ne û bavê wan di nava terorîstên DAIŞê de hatine kuştin.
Rêveberiya xweser her du zarok radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Jussi Tanner, kir.
Her du zarokên DAIŞê li Daîreya Têkililyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişloyê bo Fînlandiyayê hatin radestkirin.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer û endamên têkiliyên giştî û yên Desteya Jinê di dema radestkirinê de amade bûn û belgeya radestkirinê jî ji aliyê Ebdulkerîm Umer û Jussi Tanner ve hate îmze kirin.
Herwiha Ebdulkerîm Umer bi navê Rêveberiya Xweser plaketek ku wêneyê Arîn Mîrkan li ser neqişandî bû pêşkêşî hikûmeta Fînlandayayê kir.
Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, Wezîrê Filandî jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û got:
“Ez dixwazim balê bikşînim ser keda mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk ku tevahî mirovî parast. Ev hêz ya cihê rêzdariyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin