Rêveberiya Rojava: 8 kesan can da, 18 kes birîndar bûn û 2200 dever di tariyê de man
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, derbarê ziyanên êrîş û bombebarana Tirkiyê ya 25ê Kanûnê de, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Tirkiyê 25ê Kanûnê 40 caran êrîş kir, 8 welatîyan can da, 18 welatî birîndar bûn û ji ber têkdana binesaziyê 2 hezar û 200 gund û bajar di tariyê de hatine hiştin.
Li gorî daxuyaniya di malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye weşandin, artêşa Tirkiyê li Qamişlo, Amûdê û Kobanê bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bêmirov û biçek li dijî herêmê 40 êrîş pêk anîne.
Di encama êrîşan de 8 welatîyan can daye ku 2 ji wan jin in û herwiha 18 welatî jî birîndar bûne ku jin û zarok di nav wan de hene.
Hate diyarkirin ku di êrîşan de bi balafirên şer û yên bêmirov û bi çekên giran binesaziya herêmê, navendên stratejîk, sivîl û tenduristiyê hatine bombebaran kirin û niha 2200 gund û bajar di tariyê de mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin