Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê daxuyaniyek ji bo medyakar û rojnamevanan da

06 April 2021 13:00 0 dîtin
Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê daxuyaniyek ji bo medyakar û rojnamevanan da

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê daxuyaniyek ji bo medyakar û rojnamevanan da û ragihand, ji ber karê wan û pêwendiya wan a bi xelk re, medyakar û rojnamevan dibin sedema veguhastina vîrûsa Koronayê. Ji ber vê yekê jî wan agahdar dike ku li gor cihê wan ê cografî serdana binkeyên lêdana derziyê bikin, da ku derziya li dijî Koronayê werbigrin.

Daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê wiha ye: “Ji ber ku peyamnêr û rojnamevan rojane di dema karê xwe de, gelek pêwendiyê bi xelk re datînin û serdana gelek cihan dikin, dibin sedema veguhastina vîrûsa Koronayê ji kesekî bo kesekî din. Ji ber vê yekê jî, wan agehdar dikin ku li gor cihê wan ê cografî serdana binkeyên lêdana derziyê yên li sînorê Hewlêrê bikin, da ku li gor rênimayên Komîteya Zanistî derziya li dijî Koronayê werbigrin.”