Rêveberiya Xweser bi biryarekê veguhestina berhemê genim qedexe kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi biryareke fermî, veguhestina berhemê genim di navbera navçeyên bin kontrola xwe de qedexe kir.
Rêvebereya Xweser li ser biryara qedexekirina veguhestina genim de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, her kesê vê biryarê binpê bike, wê bi hezar heta 10 hezar dolaran bê cezakirin û eger heman kesî binpêkirin dubare kir, wê bi 5 hezar dolaran bê cezakirin û salekê jî bê zindanîkirin.
Hêjayî gotinê ye, 22ê Gulana borî Rêveberiya Xweser ji bo kirrîna berhemê genimê navçeyên xwe yê îsal ji cotkaran, nirxê yek kîlo genim bi 2200 lîreyên Sûrî destnîşan kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin