Rêveberiya Xweser: Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser li Kelarê di encam êrîsa Tirkî de can da

18 June 2022 17:02 0 dîtin
Rêveberiya Xweser: Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser li Kelarê di encam êrîsa Tirkî de can da

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li ser êrîşa Tirkiyê ya li Silêmaniyê belav kir û eşkere kir: "Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şîblî li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê di encama êrîşa dironeke Tirkiyê de can da."

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn, Ferhad Şiblî ji bo hinek pişkinînên pizîşkî li Silêmaniyê bûye. Rêveberiya Xweser ew êrîş bi tundî şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku guşarê li Tirkiyê bike, da ku dev ji van operasyonên xwe berde.

Herwiha Rêveberiya Xweser diyar kir: “Do li parêzgeha Silêmaniyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li wesayîta Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî da û di êrîşê de Ferha Şiblî şehîd bû. Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, em bang li hikumeta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û li hember vê karê terorî helwesta xwe nîşan bidin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, do 17ê Hezîranê li qezaya Kelarê ya Silêmaniyê dronekê Tirkiyê otomobîlek kiribû armanc û di êrîşê de 4 kesan can dabûn û kesek jî birîndar bûbû.