Rêveberiya Xweser: Her ku Tirkiye gefan dixwe, DAIS bi kiryarên terorkirinê li nav Kampa Holê radibe

18 November 2022 11:30 0 dîtin
Rêveberiya Xweser: Her ku Tirkiye gefan dixwe, DAIS bi kiryarên terorkirinê li nav Kampa Holê radibe

PeyamaKurd – Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan li Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed li ser Kampa Holê axivî û got, gefeke cidî li ser xelkê Kampa Holê heye, ji ber ku DAIŞ her kesî dikuje ku her cara ku Tirkiye tehdîd dike, DAIŞî kiryarên terorkirinê li nav kampê bêhtir dikin.

Şêxmûs Ehmed di axavtina xwe de ji dewletan xwest ku welatiyên xwe ji nav Kampa Holê vegerînin cem xwe.

Herwiha Şêxmûs Ehmed ji Civaka Navdewletî daxwaz kir, bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin, ji bo ku çareseriyekê ji bo Kampa Holê bibînin û rê nedin ku DAIŞ ji nû ve zindî bibe.

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan li Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed destnîşan kir: “Her dema ku Tirkiye gefan li navçeyê bike, yan derbasî hin navçeyên din bibe, êdî ev rêxistin bi kiryarên terorkirinê li nav kampê radibe, hevdem peyaman ji Civaka Navdewletî re dişîne ku ew ê berdewam be û her ew ê bimîne û kar li ser nû-rêkxistina rêzên xwe bike, herwiha dibe komkujiyên bêhtir di derheqê gel û nişteciyên navçeyê de, encam bide.”

Herî dawî Şêxmûs Ehmed bang li civaka navdewletî kir û got: “Em bangewaziya xwe digihînin Civaka Navdewletî ku destêwerdanê bike û alîkariya Rêveberiya Xweser bike, derbarê nû-rêkxistina kampê, serbarî ku her dewletek welatiyên xwe ji Kampa Holê vekişîne û piştgiriya Hêzên Ewlehiya Navxwe û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike, wiha jî helwesteke ciddî li hember gefên Tirkiyê, derbarê encamdana êrîşeke nû li dijî navçeyê bistîne. Êdî Kampa Holê zemîneke guncaw e ji DAIŞê re, ji bo encamdana komkujiyên nû.”