"Rewsa heyî ya li Ewropa û cîhanê wê gurtir bibe"
PeyamaKurd – Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic diyar kir ku ew li bendê ne ku di mehên pêş de rewşa heyî ya li Ewropa û cîhanê gurtir bibe.
Vucic li paytext Belgrade di axaftina xwe ya ji bo gel da derbare rewşa cihane da daxuyani da.
Vucic diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn serdema herî mezin a krîza jeopolîtîk hat jiyîn û got, "Ez li bendê me ku di mehên pêş de rewşa (niha) li Ewropa û cîhanê mezintir bibe û bi encamên gelekî giran re rû bi rû bimîne."
Vucic diyar kir ku ew bi biryar in ku ji bo parastina aştiye ü geşedana aboriye ya li walete xwe bi awayeki heri baş kar bikin.
Vucic derbarê têkiliyên Sirbistan-Kosovayê da jî diyar kir ku ew ê sibê li Brukselê li ser vê mijarê hevdîtinên girîng bikin.
Vucic destnîşan kir ku ew ê bi awayekî avaker tevbigerin û got, "Em ê hewl bidin ku bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin."
Vucic bal kişand ser wê yekê ku wan bi 5 şîrketên cîhanî re hevdîtin pêk anîne da ku taksiyên firîn li welatê wî bixebitin û got, “Ji bo welatên ku dixwazin pêş de biçin, ev ne daxwazek e, pêwîstiyek teqez e. Di saetekê de bîst hezar otomobîl wê tenê di deh salan de li ser me bifirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin