Michel ji bo Aliyev û Pasinyan got: Rewsa heyî ne di berjewendiya kesî de ye

16 July 2023 00:49 0 dîtin
Michel ji bo Aliyev û Pasinyan got: Rewsa heyî ne di berjewendiya kesî de ye

PeyamaKurd – Serokê konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel li ser hevdîtina bi serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan û serokê dewleta Azerbeycanê Îlham Aliyev got:

“Ji ber her dû lîder li ser soza xwe ya aştiyê ne, ez wan teqdîr dikim. Rewşa heyî ne li gor berjewendiyên ti kesî de ye. Me hevdîtina xwe nûh qedand. Civîn bi tevlîbûna lîderên Azerî û Ermenan çêbû û ya dawiyê bû. Divê em rewşê zexim bikin, pêngavan bavêjin. Di niqaşên siyasî de pêşdeçûnên baş hene.

Em di civînê de li ser yekîtiya axê û desthilatê bêhtir axifîn. Axa Ermenistanê 29 hezar û 980 km2 ye û ya Azerbeycanê 86 hezar û 600 km2 ye. Ji bo sînoran me heddekî danî. Weka çarçove me Deklerasyona Alma Atayê ya sala 10991an qebûl kir.”

Wê hevdîtin di pêş de dewam bikin.