Blinken, Pasinyan û Aliyev li konferansa Munihê civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Almanya di konferansa Munîhê ya ewlehiyê de bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan û bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re civiya. Di civîna sêqolî de behsa girîngiya dewama pêvajoya aştiyê ya navbera Erîwan û Bakuyê kirin. Ragihandin ji aliyê çapemeniya encumena wezîran ya Ermenistanê de hat kirin. Her weha di civînê de behsa destnîşankirina sînorên navbera her dû dewletan kirine. Li ser hevdîtinê Aliyev weha got:
“Hevdîtin baş û bi erênî bû. Min jî fikra xwe got. Em li ser gelek mijaran axifîn. Esas mesele ew e ku peymana aştiyê li ser normên navdewletî bê amadekirin. 3 roj berê me ji Ermenistanê pêşniyaran girt. Em li wan dinêrin. Di serî de di tewrê Ermenistanê de pêşdeçûn heye lê têr nake.
Baku, ji Yerîvanê re pêşniyar ku li ser sînorê Ermensitan-Azerbeycanê ciyên kontrolê ava bikin. Min berê gotibû ku Azerbeycan û Ermenistanli hemberê hev ciyên kontrolê ava bikin. Me îro pêşniyara xwe kir fermî. Terefê Ermeniyan hêj fikra xwe negihandine me. Li gor tê dîtin ji bo wan wext lazime. Li gor encama ku me fêm kiriye, ev pêşniyar ji terefê Awrûpa û Amerîka de tê qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin