Blinken bi serokê Azerbeycanê Aliyev re axifî
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerikayê Antony Blinken bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re li ser şerê ser sînor yê bi Ermenistanê re axifî. Li gor ragihandina serokkomariya Azerbeycanê; wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken di rêya telefonê de li Îlham Aliyev geriyaye û endîşa xwe ya ji bo şerê navbera her dû dewletan ragihandiye.
Aliyev jî di bersiva xwe de gotiye ku provakasyon ji aliyê Ermenistanê de hatiye kirin, berpirsiyarî bi temamî aîdê rêvebiriya Ermenistanê ya îdarî û leşkeriye.
Blinken, ragihand ku wê ji bo aştiya herêmê, ji bo têkiliyên navbera her dû dewletan normal bibe, ji destê wî çi were dê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin