Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev Sergey Lavrov qebûl kir

28 February 2023 00:26 0 dîtin
Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev Sergey Lavrov qebûl kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo têkiliyên dîplomatîk seredana Azerbeycanê kir û ji aliyê serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev de hat qebûl kirin. Serokkomariya Azerbeycanê ragihand ku Lavrov û heyeta pê re qebûl kirine.

Lavrov, di çarçoveya seredana xwe ya fermî de wê sibê bi wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov re hevdîtin bike û piştî hevdîtinê wê bi duqolî ragihandina çapemeniyê bikin.