Antony Blinken bi Aliyev û Pasinyan re axifî
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di rêya telefonê de bi serokê Azerbeycanê İlham Aliyev û bi serokwezîrê Ermenistanê bi Nikol Paşinyan re axifî. Her sê lîder li ser pêvajoya aştiyê ya navbera Ermenistanê û Azerbeycanê axifîn. Blinken pêngavên aştiyane yên her dû dewletan bi rizamendî pêşwazî kir. Wezaret axaftina Blinken ya bi her dû lîderan re weha ragihand:
“Wezîr Blinken ji bo sînorên xwe zelal bikin, vekirina rêyên gihandinê, peydakirina kesên wenda, îadekirina esîran û di mijarên din de desteka xwe ragihand. Behsa girîngiya ewlehî û mafên daniştvanên Qarabaxê, dewama agirbesê, aştiyaka mayînde kir û got ku divê li ser peymana aştiyê hezra xwe bikin.
Ji bo baweriyê di navbera xwe de çêbikin, plana avakirina komisyona Yekîtiya Awrûpayê li ser sînor, wezîr Blinken kêfxweş kiriye. Wezîr Blinken ji bo her dû lîderan jî di heman mijaran de pêşniyarên xwe weka hev ragihandiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin