Rêxistinên çekdar yên Hayber Pahtunhva û Belucistanê zorê didin hukumeta Pakistanê
PeyamaKurd – Serokwezîrê demkî yê Pakistanê Enwer Heqel-Kakar bi malbatên ku di şerê rêxistinên serxwebûnên eyaletên xwe dixwazin û Pakistanê de can dane civiya û bi malbatan re axifî. Kakar wan rêxistinan weke terorîst bi nav kir û got ku bi wan re muzakere nayê kirin. Serokwezîr ji wan grûban xwest ku bê şert û qeyd teslîmê dewleta Pakistanê bibin.
Serokwezîr got ku dewlet bi wan rêxistinan re rûnanê û musamaha wan nake. Kakar ragihand ku tenê dewlet dikare sîlihan bide destê xwe û dewlet ji bilî xwe îzna hildana çekan qebûl nake.
Îsal, bi taybetî li eyaletên Hayber Pahtunhva û Belucistanê ku her dû eyaletên Pakistanê ne, di wan de êrîşên çekdarî gelek zêde çûne ser hêzên asayîşa Pakistanê.
Li eyaleta Hayber Pahtunhvayê xelkê Peştû dijî û li Belûcistanê Belûcî dijîn. Sed sale ku dewleta Pakistanê heya niha ti mafekî netewî nedaye wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin