Rêya ‘Anadolu Otoyolu’ li Bajarê Bolu yê ji çûnûhatê re hat girtin

30 March 2023 22:43 0 dîtin
Rêya ‘Anadolu Otoyolu’ li Bajarê Bolu yê ji çûnûhatê re hat girtin

PeyamaKurd – Rêya otoyola Anadolu ya ku ji aliyê Îstenbolê diçe Ankara, bi sedema ku 54 erebe li hev ketin û qeza kirin, rê ji çûnûhatê re hat girtin. Bûyer li dora 17.00an çêbû û ji bo vekirina rê û rakirina 54 alavan wextekî zêde divê. Di nav alavan de otobus, TIR, kamyon, mînîbus û otomobîl hene. Di qezayê de gelek kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê bi ambûlansan wan birin nexweşxanan an li ciyê bûyerê mudaxeleyê birîndaran kirin.

Li ser rûdanê gelek tîmên tenduristiyê, îtfaiye, cendirme, polîs, AFAD û UMKE çûn ciyê bûyerê û alîkariya mexdûran kirin. Tevî qeza ew çend mezine jî 2 kes giran birîndar bûne û bi temamî jimara birîndaran 10 kesin. Dibe jimar zêdetir bibe.