Rêya navbera Sirnex û Sêrtê ji çûnûhatina otomobîlan re hat girtin

25 March 2022 20:09 0 dîtin
Rêya navbera Sirnex û Sêrtê ji çûnûhatina otomobîlan re hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber barîna berfa zêde, rêya bejahî ya di navbera bajarên Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê de hatiye girtin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku li navçeya Dihê ya Sêrtê û li herêma Girê Birînî ji ber berf û pûkê rê hatiye girtin.

Parêzgariya Şirnexê eşkere kir ku derketina otombîlan ji Şirnexê bo Sêrtê heya dema vekirina rê hatiye rawestandin.

Hat diyarkirin ku tîmên Saziya Rêyên Bejahî ya Dihê ji bo vekirina rê kar dikin.

Li aliyê din ji ber rewşa hewayê ya xerab û berfê li bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê jî rêyên 176 gundewaran hatine girtin ku xebatên vekirina wan rêya berdewam dikin.