Êrîsa Hîzbullahê li bakurê Îsraîlê!

14 September 2024 14:30 0 dîtin
Êrîsa Hîzbullahê li bakurê Îsraîlê!

PeyamaKurd – Tevgera Hizbullah a Lubnanê îdia kir ku li bakurê Îsraîlê 9 êrîş pêk anîne û ji hêzên Îsraîlê kuştî û birîndar hene.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê Hîzbullahê hat weşandin de hat destnîşankirin ku li bakurê Îsraîlê li dijî hedefên leşkerî 9 êrîş hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di encama êrîşan de rasterast hedef hatin lêxistin û di nav hêzên Îsraîlê de mirî û birîndar hene.

Piştî operasyonên li Xezzeyê, ji 8ê Cotmeha sala 2023an vir ve di navbera komên Lubnanî û Filistînî yên li Lubnanê bi taybetî Hizbullahê û artêşa Îsraîlê li ser "Xeta Şîn" şer û pevçûnên hevbeş berdewam in.