Êrîsa Hîzbullahê ya li ser Îsraîlê: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hîzbullahê bi balafireke bêmirov a bi teqemenî barkirî êrîşî xaleke li navenda Îsraîlê kir.
Li gorî nûçeyên medyayê, di êrîşa balafirên bêmirov ên li ser herêma Binyamîna ya li başûrê bajarê Heyfayê de hejmara kesên birîndar bûne derket 67an. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa wan giran e û 3 leşker jî jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya Hizbullahê de hat destnîşankirin ku ji bo piştgiriyê bidin hêzên Îsraîlê li herêma Binyamîna ya li başûrê bajarê Heyfayê li dijî baregeha perwerdeyê ya Tûgaya Glolanî ya artêşa Îsraîlê bi balafireke bêmirov êrîşek hat kirin. Berxwedana gelê Filistînê li Xezzeyê, ji bo parastina Lubnanê û gelê wê û li hemberî êrîşên li ser taxên Basta û Nuweyrî li Beyrûtê hat tomarkirin.
Hat ragihandin ku Hîzbullah ji bo parastina "welat û gelê xwe" amade ye û "ji erka xwe ya ji bo pêşîgirtina li dijmin namîne."
Li gorî Îsraîl Today, beriya ku balafirên bêmirov bikevin qada hedefê dengê hişyariyê derneketiye.
Radyoya artêşa Îsraîlê ji zarê çavkaniyekî leşkerî ragihand ku sîstema berevaniya hewayî ya vî welatî nikare balafirên bêmirov tesbît bike û lêkolîn berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin