Robert Fico: Demeke nêz dê mamosteyên biyanî bên dersînorkirin
PeyamaKurd – Li Slovakyayê protestoyên li dijî Robert Fico û polîtîkayên hikûmeta wî hatin dewam dikin.
Li paytexta Slovakyayê Bratîslavayê, nêzî 60 hezar kesî li meydana sereke kom bûn, li bajar Košice jî 15 hezar kesî hikûmeta Fico protesto kir.
Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico, ev protestoyên li dijî xwe bi mamosteyên biyanî ve têkildar kir û got ku “Demeke nêz ew dê ji welêt bên dersînorkirin.”
Hêjayî gotinê ye Robert Fico beriya niha gelek caran hikûmeta Ûkraynayê rexne kiribû û piştgiriya xwe ya ji bo Rûsyayê anîbû zimên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin