“Roja 24ê Hezîranê firsendeke dîrokî ye”
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 24ê Hezîranê de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê bi beşdariya deh hezaran mitîngek li dar xist.Hevserokê berê yê HDPê Ahmet Turk jî axiftinek kir û wiha got: “24ê Hezîranê roja ku derî li firsenda dîrokî vebû ye.”
Hat ragihandin ku bi deh hezaran welatiyên Stenbolê ji bo tevlî mîtînga HDPê bibin berê xwe dane qada Bakirkoyê ya ku lê mitîng hat sazkirin.
Ahmet Turk di çarçoveya bangeşeyê de axiftinek pêşkêş kir û wiha got: "Di dîroka mirovahiyê de her dem firsendên dîrokî ava nabin. Ji sed salan carekê firsendek çêdibe. 24ê Hezîranê roja ku derî li firsenda dîrokî vebû ye. Dê bibe roja firsenda dîrokî. Di diroka mirovahiyê de her dem firsendên wisa nakevin dest. Ji sed salan carekê bi dest dikeve. Ev roja jî 24ê Hezîranê ye. Divê em baş li vê firsenda dirokî xwedî derbikevin û dev jê bernedin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî wiha axivî: “Di 3 salên dawî de bi biyartên hikme qanûnê de hemû kes mexdûr kirin. Bi sedan akademîsyen, mirovên aştiyê, , mirovên aştiyê avêtin zindanê. Li vî welatî siyasetmedar, parlamenter, şaredar ji kar girtin û avêtin zindanê. Li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Em soz didin we, di serî de em dê qeyûman û piştre Tayyip Erdogan di sindoqan de defin bikin. Hêvî, aştî, demokrasî û çiqas nirxên mirovahiyê hene hemû binpê kirin. Ez li vir îlan dikim we îktidarê hilbijartin winda kiriye.”
Çend rêyên serekê yên diçin qada mîtingê bi kîlometreyan beriya bigihêje qadê ji çûn û hatina wesayîtan re hate girtin.
Hêjayê gotinê ye ku hejmareke zêde ya beşdariyan maskê Selahattin Demîrtaş dane ser rûyên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin