Rojava | 2 hezar 443 hektar erdên çandiniyê sewitîn

13 June 2024 19:56 0 dîtin
Rojava | 2 hezar 443 hektar erdên çandiniyê sewitîn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav çend rojên dawî de, ji ber sedemên cuda li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran hektar erdên genim, ceh û zeviyên zeytûn û fistqên Helebî şewitîne.

Medyaya Rojavayê Kurdistanê daye xuyakirin, 2 hezar û 443 hektar erdên bi genim, ceh, zeytûn û fistqên Helebî yên çandî şewitîne û ziyaneke mezin a madî bi xwe re anîne.

Li Minbicê 1961 hektar, 216 li Ên Îsayê, 150 li Amûdê û Qamişloyê, 94 li Til Temirê û 19 li Zirganê, her wiha 19 hezar darên zeytûnan û fistiqên Helebî hatine şewitandin.

Tîmên agirkujiyê herî dawî li Eyn Îsayê 44 û li Minbicê jî 300 agir vemirandine.