Li Rojhilatê Kurdistanê 50 hektar erdên çandiniyê sewitîn
PeyamaKurd - Li parêzgehên Îlam û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê, di encama agirvedanê de bêhtirî 50 hektar erdên çandiniyê û daristan şewitîn.
Rêveberiya Agirvemirandina Kirmaşanê da xuyakirin ku şeva borî beşek ji daristan û mêrgên li ser rêya Kirmaşan-Kengaver şewitîne û di encamê de gelek ziyan gihştiye navçeyê.
Berpirsên agirvemirandinê ragihandin ku ji ber rewşa keşûhewa wan nekarîne zû agir kontrol bikin û xelk jî dibêje, tîmêîn agirvemirandinê di dema xwe de neçûne cihê şewatê.
Hat diyarkirin ku li gorî lêkolînên destpêkê derketiye holê ku agir bi qest hatiye derxistin.
Herwiha Rêveberê Polîsê Sîrwan li parêzgeha Îlam jî da zanîn ku 50 hektar ji erdê çandiniyê yê wê parêzgehê ji ber derketina agir şewitîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin