Li Rojhilatê Kurdistanê 200 hektar zevî û daristan sewitîn

14 June 2019 18:52 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê 200 hektar zevî û daristan sewitîn

PeyamaKurd - Di şewata zeviyan a li bajarê Dereşar ê Îlama Rojhilatê Kurdistanê de, 200 hektar zeviyê çandiniyê û çend hektar jî daristan şewitîne. 
Rêveberê Fermangeha Çavkaniyên Xwezayî yê Dereşar ragihand, tîmên wan agirê ku ji roja Pêncşemê ve li navçeyê derketibû kontrol kirine.

Areş Merzbanî got, ji ber wî agirî 200 hektar zeviyên çandiniyê ku piranî ceh û genim bûn şewitîne. Dîsa çend hektar daristan jî ji ber wî agirî şewitîne.

Rêveberê Fermangeha Çavkaniyên Xwezayî ya Dereşar, doh ragihandibû ku ji ber kêmbûna derfetan û hêza mirovî, wan nikarîbû wî agirî zû kontrol bikin.