Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê 6 roj in disewite: Hezar û 400 hektar bû xwelî
PeyamaKurd – Şewata daristaneke nêzîkî bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ku heta niha zêdetirî 1400 hektar şewitiye ev 6 roj in nehatiye vemirandin.
Çend roj berê 3 çalakvanên jîngehparêz dema dixwestin agir vemirînin can dabûn, lê hê jî hikûmeta Îranê hewleke cidî bo vemirandina agir nedaye.
Hat zanîn ku agirê daristanê li navçeyên Bozîn û Merxêlê yên bajarê Pawe ziyaneke gelekî zêde çêkiriye, lê heta niha hikûmeta Îranê bi ti erkekî xwe ranebûye û tenê xelkê xwebexş hewla vemirinadina agir didin.
3 endamên Rêxistina Jîngehparêziyê ya Pawe Yasîn Kerîmî, Bîlal Emînî û Muxtar Xendanî dema hewla vemirandina agir can dabûn ku hinek şahidên bûyerê dibêjin, mayîn bi wan de teqiyaye û di nav agir de jî can dane.
Serokê Navenda Jîngehparêziyê ya Parêzgeha Kirmanşanê Ferîdûn Yawerî gotiye, navçeya agir pêketiye çiyayî ye û destê wan nagihe ku vemirînin. Herwiha wan helîkopterên taybet bi vemirandina agir bikar neanîne, ji ber ku ditirsin bayê helîkopteran agir zêdetir gur bike.
Nûnerê xelkê Pawe û Hewreman di Parlemana Îranê de Areş Lehonî jî diyar kiriye ku li wê navçeyê binkeyeke agirkuj jî tune ye ku ew dibe sedema sereke ya gurbûna agir. Aliyên hikûmî ji bo kontrolkirina agir bêxem in û ewê niha hewla vemirandina agir didin, tenê çalakvan û xwebexşên navçeyê ne.
Herwiha agirê navçeyên Bozîn û Merxêl ji bilî ku metirsî heye bigihe bajarê Pawe, ji bajarê Ciwanro jî nêzîk dibe, çalakvan di wê derbarê de hişyariyê didin û dibêjin, heger agir neyê kontrolkirin, karesateke jîngehî dê rû bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin